Archive

Friday, October 29, 2021

Li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê perwerdeya zimanê Kurdî bû fermî


Washington (K24) – Li ser pêşniyar û daxwaza kesayetê diyar ê dîasporaya Kurdistanê yê li Amerîkayê Newzad Hewramî, zimanê Kurdî bû yek ji 11 zimanên fermî yên ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê têne nasîn û li eyaleteke Amerîkayê perwerdeya zimanê Kurdî bû fermî.

Ji meha Tîrmeha 2017an ve Newzad Hewramî ku Endamê Rêveberiya Navenda Selahedîn e li bajarê Nashville yê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, hewl dide zimanê Kurdî bibe fermî û li dibistanan weke zimanê fermî were xwendin.

Newzad Hewramî daxwaz kiribû ku zimanê Kurdî di polên navendî û piştî navendî de were xwendin.


Piştî gotûbêjkirina vê daxwazê, di meha Adara 2019an de Encûmena Dibistanên Nashville, ku ew bajar weke "Kurdistana Biçûk" tê binavkirin, biryar da li çend dibistanên bajarê Nashville zimanê Kurdî weke zimanên Îspanî, Fransî û çend zimanên din ên biyanî, bibe derseke fermî û were xwendin.

Piştre pêşniyara xwe şande Encûmena Perwerdehiyê ya Bajêr û di dawiya heman salê de Wezareta Perwerdeyê fêrkirina zimanê Kurdî li eyaleta Tennessee pesend kir û ji Navenda Selahedîn daxwaz kir ku ji bo dariştina dersên zimanê Kurdî alîkariyê bike.

Di salên 2018 û 2019an de ji ber ku beşeke mezin a Kurdên li bajêr amade nebûn zarokên xwe bixin xwendina Kurdî, hewldanên perwerdehiya Kurdî serkeftî nebûn.

Newzad Hewramî û Navenda Selahedîn berdewam bûn di hewldanên xwe de ji bo vekirina dersên Kurdî û di sala 2020an de navên 75 zarokan ji bo dersa Kurdî tomar kirin, lê ji ber Koronayê prose dest pê nekir.

Îsal di 20ê Cotmeha 2021ê ve, bi amadebûna 15 xwendekarên Kurd, prose dest pê kir û heta bihara sala bê dê berdewam bibe. 

zimanê Kurdî yek ji 11 zimanên Wezareta Derve ya Amerîkayê têne nasîn.

No comments: