Archive

Sunday, October 14, 2012

Konferansa Kongreya Cîhanî ya Kurdî li Hewlêrê Berdewam e


Kongreya Cîhanî ya Kurdî roja Pêncşemê li Hewlêrê destpê kir û heta roja Duşemê, 15’ê vê mehê, berdewam dibe.
Armanca serekî ya duwemîn konferansa Kongreya Cîhanî ya Kurdî pêşvebirina Kurdistanê ye bi rêya zanist û kulturê, li gor rêkxeran.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Alan Dîlanî serokê Kongreya Cîhanî ya Kurdî dibêje ku Kurd xwedan kesayetîyên pir buhayên zanistî û kulturî ne lê belê mixabin ew li derveyî welat dijîn. Dr. Dîlanî dibêje em bizavê dikin ku kesên pispor, zana û şareza vegerin Kurdistanê û xizmeta welatî bikin.
Rojnamevan Rehîmî Reşîdî, endamê Fedrasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, yek e ji berşdarên kongreya Hewlêrê dibêje ku hejmareka berçav ya Kurdên Îran, Tirkîye, Sûrîye û şarezayên bîyanî di wê kongreyê de beşdar in. Birêz Reşîdî herwiha dibêje ku di kongreya Hewlêrê de gotûbêj li ser biwarên cuda têne kirin, wek tenduristî, perwede, bînasazî û parastina jîngehê
Yekemîn konferansa Kongreya Cîhanî ya Kurdî sala 2011’ê li bajarê Rotterdam hate lidarxisitn.

No comments: