Archive

Tuesday, January 26, 2016

Di Waşîntonê de jî bas ji çalakbûna Kurdên Îranê hate kirin










Roja Pêncşemiya derbazbûyî 21’ê Çileya Paşîn a 2016’an, civînek derbarê rewşa niha ya Îranê li bajarê Waşingtonê de hate lidarxsitin, ku tê de çalakvanên siyasî û sivîl yên Kurd, behs û gengeşe li ser binpêkirina mafê Mirovan û lidarvekirina kêmaniyên neteweyî û kuştina kolberên Kurd li Îranê kirin.
Di vê civînê de ku, Komela Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê ya Jinêv jî beşdar bû, “Rehîm Reşîdî” bi nûnerayetiya kêmaniyên neteweyî yên Îranê, amara lidarvekirina hevwelatiyên Îranê belav kir.

Saziya “Simallmedia” ku navenda vê di Lendenê de ye û li derheq babeta hêla Întêrnêtê û pirsa mafê mirov û saziyên sivîl çalakiyan dike, raporek derbarê rewşa saziyên sivîl û pirsgirêkên jiyana karkeran û pêgeha kêmaniyên neteweyî û olî yên ku di Îranê de akincî ne, belav kir.

Reşîdî li hola eslî a navendên gotûbêja “Êrîks” de got: Tenê di devra Rûhanî de, 927 hevwelatî hatine lidarvekirin ku piraniya wan ser bi neteweyên jêr zilm û zordaiyê hikûmetê de ne, û herwiha 68 kes di heyama çend hefteyên derbazbûyî de, di kêberkiya hilibijartinê de hatine îdamkirin ku 16 kes ji wan îdamkiriyan, ew zarok in ku temenê wan jêr 18 saliyê de bûne. 

Navbirî di domê de ragehand ku; Tenê di sala 2015’an de, 71 kolber hatine kuştin û birîndarkirin, û her digel vê yekê jî, hebûna zêdeyî 20 milyon mayînan di Kurdistanê de, ku bi berdewamî jiyana hevwelatiyan dixin metrsiyê de.

Civîna navenda gotûbêja “Êrîks” ku ji aliyê Wezareta Derve a Amerîka piştevanî jê tê kirin, piştî rapora saziya “Simall media”yê li Birîtaniyayê hate lidarxistin.

Di civîna Waşîngton de, Wezareta Derve ya wî Welatî jî beşdar bû.

No comments: