Archive

Wednesday, January 6, 2016

Hest û Helwest: Nakokiyên Îranê û Erebistana Siûdî û Bandora wan li Sûriyê




Mûsa Mûsa, Ahmad Qasim û Rehîm ReşîdîMûsa Mûsa, Ahmad Qasim û Rehîm Reşîdî
 
Salih Demurer
Bidavekirina rêberê Şîiî Nimir el-Nimir û 46 kesên din ku hatibûn tawankirin bi terorê ji aliyê Erebistana Siûdî ve bû hokareke rasterast a kûrbûna nakokiyan di navbera Îranê û Erebistana Siûdî de ku berê jî gelek nakokî û dijberî di navbera wan de hebûn li ser gelek astan, bi taybetî li Yemen û Sûriyê.
Piştî kuştina el-Nimir xwepêşanderên Îranî êrîşî balyozxaneya Erebistana Siûdî kirin li Tehranê û ew sotandin.
Erebbistana Siûdî Wek bersiv roja yekşemê qutkirina pêwendiyên dîplomasî li gel Îranê ragihand.
Serokê Îranê Hesen Rohanî îroj sêşemê got Erebistana Siûdî nikare gunehkariya xwe bi qutkirina pêwendiyên diplomasî li gel welatê wî veşêre.
Gelo berê vê dijberiyê bi kuve ye û ta kîjan astê ewê ziyanê bigihîne herêmê bi giştî û bi taybetî rewşa Sûriyê ya jixweber têkçûyî?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê: 
Şarezayê yaseya navnetewî Mûsa Mûsa ku li Almanya dimîne; endamê serkirdayetiya Partiya Pêşverûya Demuqrat a Kurdî li Sûriyê Ehmed Qasim ku li Tirkiyê dimîne; û her wiha rojnamevan Rehîm Reşîdî ku li wîlayeta Virginia dimîne

No comments: