Archive

Tuesday, January 14, 2014

‘Divê hunermendên başûr dest ji têkdana hunerê berdin’

Rehîm Reşîdî   Diyar Dêrsim


 Hunermendê Kurd Diyar Dêrsim dibêje ku divê hunermendên Başûrê Kurdistanhe dest ji têkdana muzîka Kurdî berdin û karê hunerê bo gelê Kurd berhemeke baş be.
Diyar Dersim ku hunermendekî xwedan dengekî taybet e û li her çar parçeyên Kurdistanê gelek hezkiriyên wî hene, demek dibe dûrî ragehandinê ye, lê BasNews di çarçoveya Festîvala Ciwanên Kurd li Amerîkayê karî hevpeyvînekê ligelbike.
Bas: Demek dibe hun medyayê de dernakin û berhemên te di vê dawiyê de kêm bûne, sedem çiye?
Diyar: C.D ya min a nû di Tîrmeha sala borî de derket û heta niha şeş meh di ser vê berhemê re derbas nebûne, niha ez mijûlê amadekirina berhemeke nû me û dema ku amade bikim ezê tomar û belav bikim. Tiştekî nerast e ku hinek bêjim ez nedaiyar im li ser medyayê, navê min Diyar e û ez her dem diyar im.
Bas: Hun asta muzîka Kurdî çawa dibînin? Hinek dibêjin ku muzîka Kurdî di rewşeke xirab de ye ji ber ku di bin bandora muzîka biyanî de ye bi taybetî muzîka Başûrê Kurdistanê, hun vê rewşê çawa dinirxînin?
Diyar: Bila hunermendên başûr dest ji têkdana muzîka Kurdî berdin, karê hunerê ji bo gelekî wek gelê Kurd divê berhemeke baş û şoreşgerane be, tişta ku niha li başûr tê xwiyakirin di bin bandore hizra sermayedariyê de ye û gaveke têkder e, ji ber her kesek bê û alaveke muzîkê bixe destê xwe û straneke bazarî bêje ew ne huner e, eger tu bibîne di hunera wan kesan de herdem jin wek tiştekî erzan tê nîşandan û evna sivkatiye bi jinê, û ev yek nîşaneke eşkere ye ku tu peywendiya wan kesan bi kultura resen ya Kurdî ve nîne, lewma ez tekez dikim ku pêwîste hunermendên başûr dest ji hunera bazarî berdin û êdî hunera Kurdî sivik û bê buha nekin. Ev kar Kurdan bê buha dike û dijmin di pilana xwe ya ji bo têkdana kultur û hunera Kurdî de biser dikevin. Herwiha pêwist e her hunermendek helwêstekê li pêş têkdana hunera Kurdî werbigire û di nav wan de medya Kurdî, ji ber ku belavkirina wan corên klîpan zerarê dighîne xebata wekhevî û netewî ya me û di encam de wê milet baceke giran bide.
Bas: Çima hun kêm tên Başûrê Kurdistanê û konsêran nadin, gelo tu rêgiriyel li pêşiya we heye?
Diyar: Tu rêgirî nînin û her demekê bêm vexwendin ez ê serdana başûr bikim.
Bas: Tu hunermendîkî nêzîkê PKK’ê yî, lê hinek kes wiha dibînin ku ya baş hunermend serbixwe bin û propagendayê bo tu aliyekî nekin, nerîna we di vê derbarê de çiye?
Diyar: Ew hizr û îdeolojiya min e, ji ber evna hizra berxwedan û rizgarîxwazan e, lewma tu arîşeyekê nabînim ku ez ligel PKK’ê bim, ez serbilind im ku nêzîkî PKK’ê me.
Bas: Te strana xwe ya “Pîrê Mezin” ji bo Ocelan gotiye, tu Ocalan çawa dibînî? Herwiha dema wêneyên wî yên vê dawiyê belav bûn te hest bi çi kir?
Diyar: Di destpêkê de ez dixawzim tiştekî zelal bikim, ez bi xwe ji taîfa Elewî me û li cem me Pîr bi wataya rêber tê, ew ne bi wataya pîr bûye, min ew sitran li ser meznahiya Apo gotiye, bê guman ew rêberekî xwedan şiyan e û roleke wî ya mezin di tevgera rizgarîxwaz a Kurd de hebû. Ez wek Kurdekî bişeref dema min wêneyên vê dawiyê yên Apo li girtîgehê dîtin û serê wî spî bûbû, ez gelek êşiyam, cihê mixabiniyê ye ku rêberekî wek wî di zindanê de be, Apo ji bo me rêberê berxwedan û dahênane ye, wî em fêrî jiyana azadîxwaz kirin.
Bas: Nerîna te ye li ser serdana Şivan Perwer bo Diyarbekirê çiye? Gelek kesan rexne lê girtin di demekê de ku gelek hunermendên din vegeriyan Diyarbekirê û konserli wir dan, hun yek ji wan hunermendan bûn, çima ji bo we dibe lê bo Şivan Perwer nabe?
Diyar: Ez naxwazim li ser pirsê biaxifim.
Bas: Çi berhemên te yên nû hene?
Diyar: Berhema min ya nû berî çend mehan belav bû, ez niha li ser amadekirina çend stranan kar dikim û li vê derê ez spasiya şirketa Korek dikim ku erkê weşan û belavkirina berhemên min ên nû girtine stûyê xwe û ez hêvî dikim di hevkariya hunermendan de berdewam bin.
Bas: We birayar nedaye bi Soranî bistirînin? Gelo peywendiya we ligel hunermendên başûr heye û çawa ye?
Diyar: Peywendiya min ligel hinek hunermendên başûr heye, wek mînak ligel Çopî Fetah ku niha ez û wê li Festîvala Ciwanên Kurd li Amerîkayê amade ne. Ez xwe wek hunermendekî her çar parçeyên Kurdistanê dibînim û li her cihekî pêwîstî bi min hebe ezê li wir amade bim, bi taybetî di rewşa niha de ku berxwedan li Rojavayê Kurdistanê heye û ez wê berxwedanê bilind dinirxînim û sere xwe li himber ditewînim, ez dibînim ku her kesek xwedan qedir be pêwîste piştgiriya Kurdên Rojava û xebata wan ya azadîxwaz bike, serkeftina Rojava serkeftina bakur, başûr û rojhilat e û divê em hemû bi dil û can piştgiriya wan bikin da Kurdên wî beşê niştimanê me bi mafên xwe şad bibin.

No comments: