Archive

Friday, March 16, 2012

Salvegera Komkujîya Helebce

Roja Înî 16’ê Adarê, 24-emîn salvegera êrîşa li dijî bajarê Helebce ye. Li Adara 1988’ê, rejîma Serokê Îraqî Seddam Husên bi çekên kîmyawî êrîşa Helebce kir. Di demekê kurt de, nêzîkî 5,000 Kurd hatine kuştin û 7,000 kesên din birîndar bûn. Êrîşa Helebce beşek bû li jenosîda Kurdan ji layê rejîma Îraqê ve.
Zana Kokoyî xelkê bajarê Helebce ye û nuha li wîlayeta Virginia dimîne. Birêz Kokoyî li êrîşa 16’ê Adarê hejmareka endamên malbat û hevalên xwe ji dest dan. Kokoyî hêvî dixwaze ku law û gencên Kurd yên ku “ew rojên nexweş nedîtine, Helebce di hizira wan de be û rojên reş yên Kurdan ji bîr nekin.”
Rehîmî Reşîdî, endamê Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan li Washington, dibêje ku Helebce pirsa Kurdî gihande civaka navneteweyî û balê cîhanê kişand ser doza gelê Kurd. Birêz Reşîdî dibêje “mixabin di xebata sîyasî ya gelê Kurd de pir caran bitenê karesat bûne sedem ku cîhan daxwazên gelê Kurd bibîne.”
Li salvegera komkujîya Helebce, hevkar Ahmed Barzanî raporteka taybet amade kiriye, ji kerema xwe fayla dengî li rexê rastê vê rûpelê kilik bike

No comments: