Archive

Friday, November 1, 2013

Rehîm Reşîdî: Îran Cîhanê Dixapîne

Gereka nû ya danûstandinên navokî roja 11'ê meha 11 li navbera Îran û Grupa 5+1 birêve diçe.

Karbidestên herdu aliyan wan danûstandinan bi gotûbêjên erênî bi nav dikin.

Lê belê rojnamevan Rehîmî Reşîdî dibêje ku danûstandinên nuha serkeftî nabin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Reşîdî dibêje ku Komara Îslamî ya Îranê dixwaze cîhanê bixapîne, di bizavekê de jibo kêmkirina cezayên cîhanê li dijî Tehranê.

Birêz Rehîmî herwhia got ku piraniya gelên Îranî dixwazin ku rejîma Komara Îslamî nemîne.


No comments: