Archive

Monday, September 14, 2020

Nûnerê Kurdistan24 li Amerîkayê bû endamê rêveberiya rêxistina medyayî




Ji aliyê Kurdistan24 Hewlêr

K24: Navenda Nûçeyan – Nûnerê Kurdistan24 yê li Amerîkayê Rehîm Reşîdî ku di heman demê de nûçegihanê Kurdistan TV û kanala Zagros a Erebî ye, weke endamê desteya rêveberiya rêxistina rojnamevanên xelkê derveyî Amerîkayê hat hilbijartin, ku hejmara wan 300 rojnamevan in.
Rêxistina rojnamevanan, par li New Yorkê hat damezrandin û ofîsên wê li Washington û Los Angeles hene û her sal çalakiyên medyayî encam didin û endamên xwe bi teknîka nû ya medyayê aşîna dikin.
Rehîm Reşîdî yekane Kurd e ku di hilbijartina navxweyî ya rêxistinê de bûye endamê desteya rêveberiyê û desteya rêveberiyê ji 10 kesan pêk tê.
Rêxistina rojnamevanan diyar dike ku Rehîm Reşîdî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û di heman demê de bi zimanê Kurdî helbestan dinivîse.
Herwiha behsa wê yekê jî dike ku Rehîm Reşîdî piştî bicîhiştina Îranê, li Swêdê maye û ji wir çûye Fransayê û ji sala 2010an ve li Amerîkayê dijî û di heman demê de Berpirsê Ofîsa Kurdistan24 û nûçegihanê Kurdistan TV û kanala Zagros a Erebî ye.

#mrkurd

No comments: