Archive

Wednesday, February 5, 2014

Kanadayê nehişt Xêro Ebas biçe Amerîkayê

Xêro Ebas                          

Rehîm Reşîdî/ basnews
Berpirsên Firokexaneya Navdewletî ya Toronto’ya Kanadayê rê nedan hunermendê Kurd Xêro Ebas ku biçe Amerîkayê û beşdarî salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bibe. 
Biryar bû hunermendê Kurd Xêro Ebas ku niştecihê Elmanyayê ye, ji bo beşdarbûna şahiya salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabad biçe Amerîkayê û li di şahiyê de hinek stranan bibêje, lê ji aliyê berpirsên asayîşa Firokexaneya Torontoyê ve jêre hat gotin ku nikare serdana Amerîkayê bike.
Xêro Ebas ku beşdarî merasîmên salvegera damezrandina Komara Kurdistanê yên li her du bajarên Vancouver û Torontoyê bûbû, dixwest ji Torontoyê biçe Washingtonê, lê rayedarên Kanadayî destûr nedanê.
Tê gotin ku Xêro Ebas çend sal berî niha dema ji Amerîkayê vedigere Elmanyayê, ji ber henekê xwe bi polîsên firokexaneyê kiriye rûbirûyê lêpirsînê bûye û jê hatiye pirsîn ka çi di çenteyê tede heye, wî jî bi henekan gotiye bombe têde ye. Li ser vê meselê jî Xêro û hevalên xwe nêzîkê hefteyekê hatine binçavkirin.
Hêjayê gotinê ye beşeke zêde ya hunermendên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku berê beşdarî çalakî û festîvalên PKK’ê bûne, heta niha nikarin serdana Amerîkayê bikin, yê herî xwiya jî Şivan Perwer e ku çend sal berê niha bi heman awayî rêgirî li wî jî hat kirin.
Roja şemiyê (01.02.2014), bi însiyatîfa Komîteya Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran û piştîvaniya partî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê û rewenda Kurdî li Amerîkayê şahiya salvegera Komara Kurdistanê bêyî Xêro Ebas ku berê reklam jêre hatibû kirin birêve çû.

No comments: