Archive

Saturday, February 8, 2014

‘Zûtirîn dem navê PDK û YNK’ê ji lîsteya terorê tê derxistin’




BasNews (Taybet-Washington): Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand ku welatê wî di zûtirîn dem de navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji lîsteya terorê derdixe.
Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amade nebû serdana Amerîkayê bike, heta PDK û YNK ji lîsteya terorê neyên derxistin, yekem car hevkarê BasNewsê rojnamevan Rehîm Reşîdî li Washingtonê ligel berpirsekî Amerîkayê ket têkiliyê daku helwêsta hikûmeta xwe li ser vê meseleyê zelal bikin.
Destpêkê Kongres û Koşka Spî amade nebûn hîç daxwiyaniyekê bidin, lê piştî hewldanên berdewam, ew pirs ji Serokê Komîteya Karûbarê Derve yê Kongresê Ed Roise û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê İraq û Îranê Brett Macgurk hat kirin ka gelo çima PDK û YNK ku nêzîktirîn hevpeymanên Amerîkayê ne li navçeyê, di nav lîsteya terorê de cîh digirin?
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarê İraq û Îranê Brett Macgurk bersiva vê pirsê da û got: ‘’Rast e Kurd nêzîktirîn dostên me ne, li dijî teror û alîgirên aramiyê ne, lê bi şaşî navê PDK û YNK’ê ketiye nav lîsteya terorê ya Amerîkayê, loma di zûtirîn dem de emê navê PDK û YNK’ê ji wê lîsteyê derxînin.’‘
Roja sêşema dahatû di raporteke taybet de xwendevanên BasNewsê dikarin teksta birsyar û bersivên taybet bi vê meseleyê hem di heftenameya Basê û hem jî di malpera BasNewsê de bixwînin.

No comments: