Archive

Wednesday, February 17, 2021

Siyaseta Navxweyî ya Amerîka di Qonaxa Piştî Trump de

Siyaseta Navxweyî ya Amerîka di Qonaxa Piştî Trump de


Tevî ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump rastî du proseyên împîçkirinê hat, Demokrtan û hinek Komarîyan jî ew bi gurkirina tundûtûjîyê tawanbar kir li dor êrîşên roja 6ê meha Çile li ser Kongresa Amerîkî, Trump hîn piştgirîya hejmareke mezin ya Amerîkîyan werdigre.

Li gor şarezayan biserneketina împîçkirian duyem ya Trump li Sînatoyê, dabeşbûna di navbera Demokrat û Komarîyan de derxist pêş û pêwendîyên wan dê rastî astengîyan bibin.

Di demekê de ku Demokratan serokayetîya Amerîka wergirt, encûmena nûneran û sînatoyê jî kontrol dikin û di rewşeke siyasî ya baş de ne, Komarî hewl didin ku xwe careke din bidin ser hev û dabeşbûna di nava partîya xwe de jinav bibin.

Sînatorê Komarî Linsey Graham ku hevalbendê Donald Trump e, got ew bi Trump re axifîyê li dor yekkirina partîya Komarî di bin serkirdayetîya wî de.

Lê hejmareke berbiçav ya Komarîyên berê, avakirina partîyeke sêyem ya dijî Trump didine berçavan û wan berî çend rojan kombûnek ji bo vê yekê li dar xist.

Ev dabeşbûna di nava partîya Komarî de, hîştîye ku çarenûsa wê û siberoja siyasî ya Trump bimîne birsiyaereke vekirî di roj û meh û salên bê de.

Berê van rakêşan û nakokîyên sîyasî yên navxweyîya Amerîka li ku ye?

Rehîm Reşîdî û Luqman Reşîd Berwarî
Rehîm Reşîdî û Luqman Reşîd Berwarî

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Luqman Reşîd Berwarî, şîrovekarî sîyasî ku li bajarê Nashville yê wîlayeta Tennessee dimîne û Rehîm Reşîdî, Endamê Peymangeha Gold ji bo Stratejîya Navnetewî ku li wîlayeta Virginia dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

No comments: